Li hemû cîhanê jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Pişteveniya Navnetewî bi çalakiyan û têkoşînê pêşwazî dikin, li aliyê dî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûne navenda qirkirina jinan.
Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ya Sûriyê Roşîn Hido û ji rêveberiya Navenda Parastina Jinan û Lêkolînê ya Sûriyê Mizgîn Hesen behsa qirkirina jinan kirin, a li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji 20’ê Çile ya 2018’an û wir ve bi kêmanî 84 jin ji hêla dagirkeran ve hatine qetilkirin, êrîşa zayendî birine ser 6 jinan û ji ber vê jî van jinan xwe kuştine. Li Efrînê dagirkeran bi hezaran jin revandin û aqûbeta bi sedan ji van jinan nayê zanîn. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi belge kir ku dagirkeran êrîşa zayendî birine ser 71 jinî.
Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê jî got ji dema ku Girê Spî û Serêkaniyê hatine dagirkirin û vir ve ji ber êrîşên li ser Til Temir, Eyn Îsa, Minbiç, Kobanê û Zirangê heta niha 35 jin hatine qetilkirin û diyar kir bi kêmanî 98 jin jî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin.
Di êrîşên dagirker de yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî 429 mirovan jiyana xwe ji dest da. Ji van 64 jê zarok, 14 jê jin bûn. Dema dagirkirinê 74 jin birîndar bûne. Ji dema ku Serêkaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin û wir ve 24 jin ji hêla dagirkeran ve hatine revandin.
Li Serêkaniyê û Girê Spî ji dema ku hatine dagirkirin û wir ve 5 jin bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Bi kêmanî 4 jin jî ji ber teqînan jiyana xw ji dest dane. Ji ber topên dagirkeran li Ziran, Til Temir, Eyn Îsa, Minbiç û Kobanê jî 6 jinan jiyana xwe ji dest daye, 2 jê jin 3 zaroka birîndar bûne.
Roşîn Hido bal kişande ser sûcê mirovaihyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ji yên ku hatine belgekirin pir zêdetir in û got, ‘’Em Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê nikarin biçin Efrînê. Ti komite û saziya mafê mirovan a bêalî nikare biçe Efrînê û lêkolîna nbike. Mirovên ku ji Efrînê direvin û digihijin qadên me, her wiha hin mirovên ku li Efrînê dijîn bi telefonê bi me re diaxivin û wiha em bi belge dikin. Ew jî piranî tişta ku dagirker dikin ditirsin vebêjin .Ditirsin tişta ku bi serê wan hatiye bînin serê malbatên wan ên li Efrînê djîn.
Xasma jî yên ku ji Efrînê reviyane û gihaştine qadên me dema ku em nû wan dibinin nikarin tiştekî bibêjin. Derûniya wan ne baş e. Her wiha bi demê re hêdî hêdî dibêjin. Hin jin hê jî nikarin êşkenceya ku dagirkeran li wan kiriye bibêjin.’’
Roşîn Hido diyar kir dagirkeran ji Efrînê gelek mirov revandine û hijmara kesên ku hatine revandin ji hezarî zêdetir e,li Efrînê gelek navenên êşkenceyê yên dagirkeran hene û got, ‘’Ji bo çeteyan çi zarok çi jin ferq nake. Keçên zarok direvînin û êşkenceyê li wan dikin. Heta niha gelek jinan behsa van êşkencexaneyan kiriye. Yekê ji van got li navenda êşkenceyê li gel 24 jinan 25 zarok jî hebûna. Li van êşkencexeyan êşenceya fizîkî û derûnî li wan dikin .Her wiha êrîşa zayendî jî tînin ser wan. Li van êşkencexaneyan êşkenceya derûnî û gefxwarin jî heye. Her wiha gelek jinên Efrînî ku ev navend dîtine ji me re goitn mêrên Kurd ên ku hatine revandin dianîn li ber çavê wan êşkence li wan dikirin. Jinekê got ji bo ku nexwestine vê êşkenceyê bibinin xwestine ku çavê xwe bigirin lê dagirkeran nehiştine ku vê jî bikin. Jineke dî jî got, ‘’Dagirkeran ji min xwestin ku li mêrekî Kurd binim’’. Bi van êşkenceyan dixwazin rûmeta jinên Kurd û mirovên Kurd bişkînin, dixwazin vîna wan bişkînin.’’
Hido her wiha got êşkenceya li ser jinan û Kurdan bi talîma îstîxbarat Tirk bi rengekî sistematik tê kirinv û got, ‘’Jinên ku ev êşkence dîtin gotin îstîxbarata Tirk tevlê lêpirsîna wan bûne.’’
Hîdo her wiha got çeteyên ‘’SMO’yên bi ser dewleta Tirk ve zorê li malbatan dikn ku keçên wan ên zarok bi wan bidin zewicandin û dama ku malbat vê qebûl nakin jî êşkenceyê li malbatan dikin û gelek zarokên keç hene ku bi zorê bi wan re zewicîne.
Hîdo her wiha diyar kir ji ber êşkenceya dagirkeran du jin dîn bûne, ji van jê navê xwe Zelîha ye. Hîdo her wiha got par li gundê Basûfanê jineke pîr a bi navê Xezaa Selmo ji bo ku nehiştiye ku keça wê ya biçûk bi çeyan re bizewice hatiye revandin, ji ber êşkenceya ku lê hatî kirin dîn bûye, ew birine Tirkiyê û li gorî agahiyên di dest wan de niha li girtîgeha Maratê ye.
Hido bi berdewamî got kirinên dewleta Tirk ên li Efrînê û deverên dagirkirî sûcê şer û miroahiyê û got, ‘’Kirinên dewleta Tirk ên li Efrînê hatiye asta qirkirina jinan.’’
Roşîn wiha got: ‘’Li Efrînê dagirker li ijî jinan êşkenceya fizîkî, cinsî û derûnî dikin. Ji ber ku şerê wan dijî azadiya jinê ye. Hişmendiya xwe wiha y.e Dixwazin qirkirina jinan bibin serî.’’
Hîdo her wiha diyar kir qirkirina jinan û Kurdan a li Efrînê di zik hev de ye, bi rengekî sistematik tê kirin û got, ‘Em qirkirina jinan nikarin ji ya civakê bêrî bikin. Ji Adara 2018’an û wir ve 300 hezar mirov bêgav mane ku ji Efrînê koç bikin. Ji Sûriyê û derveyî Sûriyê bi sed hezarna çete û malbatên wan anîn Efrînê. Demografiya Efrînê guherandin. Êrîşa li ser civakê êrîşa li ser jinê ye, tundî ye. Dema dagirkirinê û koçkirinê gelek jin, zarok, malbat hatin kuştin, aka wan ji dest wan çû.’’
Ji rêveberiya Navenda Parastina Jinan û Lêkolînê ya Sûriyê Mizgîn Hesen jî diyar kir di serî de li Efrînê li deverên dagirkirî rewşeke giran a binpêkirina mafê mirovan heye, dagirker tundiyeke zêde dikin, li ser vê mijarê rêxistinê mafê mirovan ên din jî hene kul i Bakur-Rojhilatê Sûriyê dixebitin, ew jî zanîn û belgeyan bi raya giştî ya cîhanê, jin, dewlet û NY’yê re par ve dikin lê li dijî sûcê şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî saziyên navnetewî helwesta hewce nîşan nedane.
Hesen qetilkirina Hevrîn Xelef, Sekretera Giştî ya Pariya Dahatuyê ya Sûriyê bi bîr xit û got, ‘’Emerîkayê li ser fermandarê Ahrar Şarkiye Hatem Ebû Şakra ceza danîn. Lê ev têrê nake. Hatem Ebû Şakra Serbest e û dîsa eynî tiştan dike. Li dijî jinan û sivîlên din eynî komkujiyan didomîme.’’
Hesen her wiha got ji bo ku kujerên Xelef bêne darizandin wan serî li dadgeheke nanetewî ya Cenewreyê daye lê serlêdana wan nehatiye qebûkirin û got, ‘’Ev jî dagirkeran wêrek dike ku komkujî û qirkirina jinan bidomînin. Kî çawa nêzîk dibe bila bibe, ji bo ku kujerên Hevrîn Xelef û qirkerên jinan û Kurdan, dagirker bêne darizandin em ê têkoîna xwe bidomînin.’’
Hesen li dawiyê diyar kir li Efrînê û deverên din ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin tundiya li ser jinê hatiye asta qirkirinê û encex bi rabûna dagirkeriya dewleta Tirk dikare dawî li sûcên mirovahiyê û qirkirina jian a li Efrînê were.