Dewleta Tirk dayikek tevî pitika wê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Kantona Girê Spî dayikek û pitikek revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata Tirk girt ser mala Merwan El-Erîf a li gundê El-Hiwêca yê kantona Girê Spî ya dagirkirî û welatiya bi navê Kefa El-Erîf a ji eşîra El-Meşhûre tevî pitika wê, revandin.

Li gorî çavkaniyan, piştî ku malbatê revandina Kefa red kir, MÎT`ê û çeteyan hevserê Kefayê, Merwan El-Erîf û bavî wî Qasim jî revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku kesên hatine revandin ber bi "Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê" ya li navenda kantona Girê Spî ya dagirkirî ve, birine.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên wekî talankirin û revandina sivîlan li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî dewam dikin. Ev cara duyemîn e ku li kantona Girê Spî bûyerên bi vî rengî rû didin. Beriya niha jî li bajarokê Hemam Tirkmen ê dagirkirî jinek û pitika wê hatibûn revandin.