Dewleta Tirk bombeyan li gundên Şêrawa dibarîne
Hêzên dewleta Tirk a dagirker, bi obus û hawanan bombe li gelek gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Hêzên dewleta Tirk a dagirker, bi obus û hawanan bombe li gelek gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, artêşa Tirk a dagirker bi dehan top avêt gundên Sixuneke û Aqibe yên navçeya Şêrawayê. Çavkaniyên xwecihî gotin, herî kêm 50 hawan û obus li herêmê ketine.
Dewleta Tirk ku Efrîn dagir kiriye, sûcên giran ê şer dike û paqijiya etnîkî dike, bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve êrîşên xwe yên li ser herêma Şehbayê giran kir.