Dewleta Tirk bombeyan li gundê Şehba û Şerayê barandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gudnên navçeya Şera û Kantona Şehbayê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li gorî saeta herêmî saet derdorî 19:10’î de gundê Semûqa a girêdayî navçeyê Bendava Şehbayê bombe kir. Heman demê gundên Meranez, Malikiyê, Şiwarxa û qeleya Şiwarxa ya Şerayê ya Efrînê bombe kirin.

Beriya vê êrîşê bi qasî nîv saetê dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehbayê jî topbaran kiribûn.

Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.