Dewleta Tirk bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundekî û kampa koçberan a li Eyn Îsayê dibarîne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmê saet di 10:30'î de dest bi bombardûmanê kir û derdora navçeya Eyn Îsa, gundê Mielekê û kampa koçberan a li derdora rêya bejahî ya M4 bombe dike.

Dewleta Tirk ku gelek herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, rojane bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Li qadên dagirkirî, bi rêk û pêk sûcên şer dike. Kuştin, êşkence, revandina mirovan, gef, talankirin, êrişên zayendî; bi van kiryaran rejîmeke terorê li herêmê ava kiriye.