Dewleta Tirk bombe li Til Rifat û Şehbayê barand

Hêzên dagirker ên Tirk bombe li herêma Til Rifat û Şehba yên Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê barand.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker şevê din bi obusan herêma Til Rifat û Şehba yên Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir.

Di bombeberana li Til Rifatê navenda bajêr hate hedef kirin.

Têkildarî êrîşê agahiyên zelal bidestneketin.

Dewleta Tirk di hefteyên dawî de gefa dagirkirina Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye.

Dewleta Tirk a ku li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pêş dixe bi awayekî sîstematîk sivîl û jîngehên sivîlan dike hedef.