Dewleta Tirk bombe li nuqteyên hêzên Şamê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê yên li herêma Idlibê barand.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku li derdora Kefer Nîbûl û Serakîbê yên li başûrrojhilatê Idlibê, qadên bejahî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin.

Saziyê diyar kir ku roja Şemiyê hêzên hikumeta Sûriyeyê jî bombe li gundên Ehsem û Kefer Uveyd ên li herêma çiyayê Zaviye ya li bejahiya Idlibê barandin. Li herêmên navborî çeteyên dewleta Tirk hene. Li ser encamên bombardûmanê hîn agahî bi dest neketine.