Dewleta Tirk bombe li Kobanê, Tişrîn, Zirgan û Til Temirê barand

Dewleta Tirk a dagirker ji sibehê û vir ve careke din bombeyan li qadên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk bombe lig undên Girêk û Omerik ên li başûrê Kobanê barand.

Beriya vê êrîşê bi demeke kurt, dewleta Tirk li gel çeteyên xwe bombe li Bendava Tişrînê û derdora wê barandin.

Di heman demê de bombe li gundê Xirbet El Şeir ê li bakurê Zirganê barand.

Gundê Xidir El Hesen ê li bakurê Til Temirê bi dema herêmî saet di 10:30'î de hate bombekirin.

Têkildarî êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.