Dewleta Tirk bombe li gundekî Eyn Îsa û rêya M4 barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din êriş bir ser Eyn Îsayê. Gundek û rêya M4 kir hedef.
Dewleta Tirk a dagirker careke din êriş bir ser Eyn Îsayê. Gundek û rêya M4 kir hedef.
Êrişên dewleta Tirk li gorî dema herêmî saet di 13:15'an de dest pê kir. Dagirkeran bombe li gundê Seyda û rêya M4 barandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber bombardûmanê zerar li tankereke avê ya şêniyên Eyn Îsayê bû.