Dewleta Tirk bombe li Eyn Îsa û Zirganê barand

Dewleta Tirk bombe li gelek gundên Eyn Îsayê û Zirganê barand.

Dewleta Tirk li gorî dema herêmê saet di 13:10'an de derdora Eyn Îsayê, gundê Meleqê, rêya bejahî ya M4 û Kampa Eyn Îsayê ya li rojavayê bajêr bombe kir.

Di heman demê de rêya bingehîn a navbera bajarokê Kesre yê li bakur rojavayê navçeya Zirganê û navçeya Dirbesiyê bombe kir.

Dewleta Tirk êriş bir ser gundên Dade Ebdal û El Bûbî yên li bakurrojavayê Zirganê û gundên Esediye û Til Ziyabê yên li bakurê Zirganê.

Têkildarî êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.