Dewleta Tirk bombe li Efrîn û Minbicê barand

Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Efrînê û Minbicê barand.

Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hate ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li gundê Qerwêran ê Minbicê barandine.

Li gorî daxuyaniyan, dagirkeran ji baregehên xwe yên li tundê Şêx Nasirê heta niha 15 fîşekên obusê avêtine Qerwêranê. Agahiyên berfireh bi dest neketin.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê jî gundên Soxanekê û Aqîbê ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin.

Di heman demê de gundê Dêqaq ê Şehbayê hate bombekirin. Têkildarî êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.