Dewleta Tirk bombe li depoyeke înşaetê û çapxaneyê barand: 3 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê bombe li depoyeke înşaetê û çapxaneyê barand. Di êrîşan de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk li taxa Mahatta Qîtar a Qamişloyê depoyeke înşaetê û çapxaneyeke li nêzî Nexweşxaneya Koronayê bombebaran kir.

Êrîş bi balafireke bêmirov a bombebarkirî hate kirin. Di êrîşê de ya li ser çapxaneya Sîmavê 3 kes birîndar bûn û xisareke madî li çapxaneyê bû.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker derdora gundên Bircqasê û Meyasa yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dike.

Têkildarî bombebaranê jî agahiyên hîn zelaltir nehatin bidestxistin.