Dewleta Tirk bi êşkenceyê ew qetilkir

Leşkerên dewleta Tirk li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê êşkence li welatiyê bi navê Ridwan Îd Numan El Ehmed (40) kirin û ew qetilkirin.

Ridwan Îd Numan El Ehmed (40) ku bi 2 hevalên xwe xwestin ji gundê Erada ya Zirganê derbasê Tirkiyê bibin ji aliyên leşkerên Tirk ve hate destgîrkirin.

Numan El Ehmed ku ji aliyê leşkerên Tirk ve bi rengekî hovane hat êşkence kirin, jiyana xwe ji dest da.

Ji bo ku cenazeyê Numan El Ehmed radestê malbatê bê kirin, rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat ya li Dirbêsiyê.