‘Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike‘

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov navendên xizmetguzarî û qadên jiyanî yên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.  Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji ANF’ê re axivî.

Elî El Hesen diyar kir ku ji 23’yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên keşfê hedef digire û got: “Dewleta Tirk a dagirker qadên tenduristiyê, xizmetguzariyê û hêzên ewlekariya hundirîn hedef digire. Li Qamişlo, Kobanê, gundewarê wê û rêya sereke ya Amûdê ji hêla balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bomberankirin.”

El Hesen anî ziman ku dewleta Tirk bi hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê zindî bike û wiha got: “Bi van êrîşan hewl dide rê li ber ketina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veke. Em ê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna ewlehiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bikin. Em soza xwe ya ji bo parastina ewlekarî û ewlehiyê berdewam bikin. Her dem li hemberî hemû êrîşên terorîstî yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin re bibin bersiveke xurt.”