Dewleta Tirk bi droneyan bombe li Şehba û Til Rifetê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov bombe li girê Til Rifet û gundê Eyndeqê yê kantona Şehbayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov bombe li girê Til Rifet û gundê Eyndeqê yê kantona Şehbayê barand.
Hate ragihandin ku li gorî dema herêmî saet di 10:30'î de girê Til Rifetê yê ser bi kantona Şehbayê bi droneyeke dewleta Tirk hate bombekirin. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk saet di 09:40'î de jî bombe li gundê Eyndeqê yê kantona Şehbayê barand.