Dewleta Tirk bi dîwar 4 gundên Şêrewayê cuda dike

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Kîmerê û Beradê li gel Meyemîn û Cibîrê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi lêkirina dîwar ji hev cuda dike.

Êrîş, kiryarên dij mirovî, qirkirinên çandî û dîrokî yên dewleta Tirk a li Efrînê bê navber didome.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên Efrînê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel  gundê Kîmerê û Bedarê dîsa Meryemîn û Cibirê dest bi lêkirina dîwarê 3 metre bilind kirine.