Dewleta Tirk berê çeteyên HTŞ da derdora Minbicê
Dewleta Tirk a dagirker berê çeteyên xwe yên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) da Minbicê ku ji aliyê Nûsrayê ve hate avakirin.
Dewleta Tirk a dagirker berê çeteyên xwe yên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) da Minbicê ku ji aliyê Nûsrayê ve hate avakirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wê vala kirin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya di lîsteya terorê ya cîhanê de) lê bi cih kirin.
Li gorî daxuyaniyê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li derdora bajarê Minbicê, hejmareke gundên bakur û rojavayê bajêr, bi taybetî gundên Yaşlî û Şêx Nasir (19 kîlmetreyan dikevin bakurê rojavayê Minbicê) bi cih bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyan li gundên navborî çekên giran bi cih kirine û gund ji niştecihên wê vala kirine.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyê de ragihand ′′Tevgerên Heyet Tehrîr El Şam bi koordîneya hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hatin, nemaze piştî ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê têk birin.′′
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku deverên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê lê hatine bicihkirin, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.