Dewleta Tirk bajahiya Girê Spî û Kobanê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bejahiya rojavayê Girê Spî û bejahiya rojhilatê Kobanê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî saeta herêmê di saet 13:30’an de gundê Arîda, Cirin, Qezelî, Zenobya, Hiriye û Ehmediye yên li bejahiya rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bejahiya rojhilatê bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran kir.

LI RACOYÊ CIWANEK HAT REVANDIN

Li Kantona Efrînê ya ji 2018’an ve hatiye dagirkirin, çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê yê bi navê Îsmet Ehmed Ebdo (25) revand û ji bo wî berdin, ji malbatê milyonek lîreyên Sûriyê fîdye xwest.