Dewleta Tirk a dagirker û çeteyan gundên Eyn Îsayê bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê, tesîsên bêhnvedanê yên Saqîrê, gundên Ebû Siray û Xalidiye bomberdûman kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Hoşanê yê li rojavayê Eyn Îsayê, tesîsên bêhnvedanê yên Saqîrê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê agir bi tesîsê ket.

Hate diyarkirin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ebû Siray û Xalidiye yên Eyn Îsayê jî bomberdûman kirine.