Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Eyn Îsa kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Melek, Cedîde, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Melek, Cedîde, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin. Li aliyê din, Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li asîmanê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ya dagirkirî digere.

Li gundê Mihsenlî yê Minbicê li gorî saeta herêmî di saet 16.30’an de SÎHA’yeke dewleta dagirker hate xistin.