Dewleta Tirk a dagirker êrişê Til Rifatê kir, 5 welatî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker şêniyên Til Rifatê topbaran kir, di encamê de 5 kes ku zarok jî di nava wan de hene birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker şêniyên Til Rifatê topbaran kir, di encamê de 5 kes ku zarok jî di nava wan de hene birîndar bûn.
Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê de 5 welatî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hene.
Ji birîndar, Sîpan Mistefa Bekir (9) ye ku di serê xwe de birîndar bûye û Îbrahîm Mihemed Ebdo (8) di lingê xwe de birîndar bû.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Til Rifetê.