Dewleta Tirk a dagirker Şêrawa bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev çend saetin ku gundê Bênê yê Şêrawa bombebaran dike. Agir bi zeviyên welatiyan ketiye.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dayî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ev 3 saetin ku bê navber gundê Bênê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bi dijwarî bombebaran dike.

Heta niha zêdetirî 70 guleyên obus û hawanan li gund û derdora wê ketine. Di van kêliyan de jî ji ber bombebaranê agir bi zeviyên çandiniyê yên welatiyan ketiye.