'Dewleta Tirk 6 mehan êşkence li min kir'

Welatiyek ji Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibû revandin qala êşkenceya lê hate kirin kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn a ku dagirkirine kiryarên xwe yên dij mirovî mîna revandina sivîlan û daxwaza fîdyeyan ji malbatan didomîne.

Tê diyarkirin ku li herêmê 54 komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hene. Piştî ku çeteyek sivîlekî direvîne û li beramberî pereyan berdide piştî wê çeteyek din heman tiştê dike û sivîlan di berdêla fidyeyê de direvînin.

Welatiyek ji Efrînê ku li gundê Dimîlya ji aliyê dagirkeran ve hatibû revandin û nexwest navê xwe eşkere bike qala sûcê dij mirovahiyê ya artêşa Tirk û çeteyên Sûltan Mûrad ên li Efrînê kir.

Welatî diyar kir ku çeteyên El-Hemzat bi dehan sivîl revandin û di dema revandinê de çeteyan çavên wan girêdane ji bo ku tu kes cihê wan texmîn neke û nezanin li ku ne.

'ÇETEYEK EZ FIROTIM ÇETEYEK DIN'

Welatî diyar kir ku ji hêla koma El-Hemzat tevî dehan sivîlan hatine revandin. Çavên wan girêdan û ber bi cihekî bin erdê ve ku nikarîne nas bikin birine.

Welatî got, piştî çend rojan ku li qebûyekî di bin erdê de maye, çeteyan ew bi buhayên ji 2 hezar dolar zêdetir firotine çeteyên Sultan Murad.

Welatî wiha domand: "Qebûya bin erdê ku ez lê dimam, girtîgeh bû di nav de jin jî zêdetirî hezar girtiyan di li wir hebûn. Çeteyên ku ez girtim piştre tevî 179 sivîlan ez firotim çeteyên Sultan Murad. Bi me re zarokên ku temenên wan di navbera 12-16 salî jî bûn hebûn. Careke din çavên me girtin û em birin. Lê me nizanî em li ku derê ne. Piştî ku em gihaştin cihekî ji me re gotin ku em li Tirkiyê ne."

‘EZ BIRIM TIRKIYEYÊ’

Welatî got, çeteyan ew birine Tirkiyeyê û 6 mehan li girtîgehê dibin çavdêriya artêşa Tirk û çeteyan de maye.

‘JINAN LI BERXWE DIDAN’

Heman welatî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê jinan bi armanca girtina fidyayan direvînin û derbarê buyeran de wiha axifî: "Jin ji hêla çeteyên Sultan Murad dihatin êşkencekirin. Dema ku ez li girtîgehên çeteyên Sultan Murad bûm, 2 jinan agir bi bedena xwe xistin."

RÊBAZÊN ÊŞKENCEYAN

Welatî rêbazên êşkenceyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kar tînin bi bîrxist û got: "Kesên ku hatine revandin li navîna odeyê de bi benekî tên daliqandin û bi dayîna kehrebeyê, hilkirina neynûkan, qutkirina guh bi kêrê û helandina pilastîk li ser laşên wan û rijandina avê kelî li bedenê tên êşkencekirin."

Her wiha welatî wiha domand: "Çeteyan bêserûber girtiyan dineqandin da ku wan êşkence bikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê her 24 saetan parçeyek nan didan girtiyan. Her 45 girtî di odeyekê de diman. Ji bo birîndaran tu derman pêşkeş nedikirin. Ji ber birçîbûnê di girtîgeha çeteyên El-Hemzat de welatiyek mir, yekî din jî ku ji gundê Xelîlko bu di dema êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û yekî din jî ji ber birînên xwe yên kûr mir."

NAVÊ HINEK SÎXÛRAN

Welatî tekez kir ku gelek sîxûrên bi artêşa Tirk a dagirker re dixebitin hene û ev tişt anî ziman: "2 kes bi navên Zekeriye û Ebû Şêxo ji gundê Hesen û 3 kes bi navên Neşet Umer, Nîhad Bêrem û Xalid Hesen Cafer ji gundê Şûrbe bi dagirkeriya Tirk dixebitin."