BI DÎMEN

‘Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin’

Heyfa Mehmûd diyar kir ku jin bi dehan sal in ji bo azadiya Sûriyeyê têkoşîn dikin, lê niha Colanî dixwaze jinan paşguh bike û got, “Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin.”

Di 8ê Kanûnê de Rejîma Baasê ya 61 salan hilweşiya û rewşa li Sûriyeyê guherî. Bi ketina rêjîma Baasê re jin xwestin xwe nû bikin. Her wiha xwestin ji bo tevahî civaka Sûriyeyê bibin pêşeng. Lê Colanî bi hatina li ser desthiladariya Sûriyeyê re xwest jinan hîn bêhtir paşguh bike. Colanî bi ragihandina destûra Sûriyeyê re ti guhertin ava nekir, berovajî mafê pêkhateyan jinan winda kir. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê vê yekê şermezar dikin û ji bo pêşxistina xwe her roj di nav çalakî û têkoşînê de ne.

Nunera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Mehmûd têkildarî mijarê behsa rola jin a di Sûriyeyê de ji ajansa me re kir.

Heyfa Mehmûd di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo azadiya Sûriyeyê jin gelek têkoşîn kirin û cihê xwe di nav şoreşê de girtin. Bi taybet jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê bûn mînak. Jin di nav Şoreşa Rojava de rola herî mezin lîstin. Cihê xwe di nav hemû qadên civakê de girtin da ku civaka xwe ji dagirkerî û sitemkariyê biparêz in.”

Heyfa Mehmûd diyar kir ku bi hatina HTŞ li ser destihiladariya Şamê re ti guhertin çênebû û wiha got: “Piştî ketina rejîma Baasê rûpelek nû ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re vebû. Jin jî bi vê yekê kêfxweş bûn, ji ber ku rêjîma Esed bi dehan salan mafê jinan binpê kir û ji her qadê civakê dûr xist. Mixabin piştî hatina HTŞ li ser desthiladariya Şamê re ti guhertin nehat pêkanîn. HTŞ bi fikrê xwe ya Islama radîkal dixwaze Sûriyeyê birêve bibe û mafê hemû pêkhateyan biçewisîne. Di Sûriyeyê de pir pêkhate hene ji ber vê yekê kesê ku Sûriyeyê birêve bibe pêwîste bikaribe mafê hemû pêkhateyan biparêze. Dema mirov ji kok ve tiştek baş ava neke wê nikaribe di pêşerojê de jî tiştek baş derxîne. Desthiladariya HTŞ a serkêşiya wê Colanî dike, dixwaze gelên di Sûriyeyê de jiyan dikin li ser hişmendiya xwe bi rêve bibe.”

Heyfa Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Colanî dixwaze di serî de azadiya jin binpê bike. Dizanin ku jin dema bi temamî azad bibe wê civakek ewle û demokrasî ava bike. Lê ev rêveberî naxwaze ku demokrasî pêş bikeve. Mînaka herî ber bi çav ragihandina Destûra Sûriyeyê ya nû ye. Ev destûr nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û mafê her kesî tê de tune ye. Di vê destûrê de jin tune ne û keda jin a dehan salan diyar nebûye.”

Heyfa Mehmûd diyar kir ku destûrek bi vî rengî qet nayê qebûl kirin û pêwîste di demek nêz de ev destûr were guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin. Colanî bêyî ku guh bide nêrînên gel û jinên Sûriyeyê ev destûr nivîsand. Jin di rewşên herî xeter û awerte de welat parastin, pêwîste mafê wan neyê înkarkirin. Pêwîste bi destê jin ev destûr were nivîsandin. Teqez e ku dema destûr bi destê jinek azad were nivîsadin wê Sûriyeyek demorat û wekhev were avakirin.”

Heyfa Mehmûd got ku dema ev destûr hat ragihandin jinên Sûriyeyê bi giştî bûn yek û li dijî vê destûrê serî hildan û got: “Li her kantonên Sûriyeyê jin ji bo şermezarkirina vê destûrê çalakiyan li dar dixin. Em wek jinên azadîxwaz ti car vê hişmendiyê qebûl nakin, ji ber ku daxwaza me ya jiyanê demokrasî û aştî ye. Bi taybet jin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin hemû jinên Sûriyeyê kom bikin da ku mafê wan yê bi dehan salan were parastin.”  

Heyfa Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di dawî de ez dibêjim em wek jinên tevahî Sûriyeyê vê destûrê qebûl nakin û pêwîste jin cihê herî bingihîn di nivîsandina destûra Sûriyeyê de bigre. Ji ber em dizanin ger destûr bi destê jin neyê nivîsandin wê ti car Sûriyeyek azad û demokratîk ava nebe. Pirojeyên me yên ji bo parastina jinên Sûriyeyê hene, em ê bi hemû jinên Sûriyeyê re bikevin pêwendiyê. Jin dikarin xwe di hemû qadên civakê de bi cih bikin, li Sûriyeyê jî wê jin bo civakê bibe pêşeng û mamoste.”