Destpêkê zilma DAIŞ'ê, piştre ya Tirkan

Mûhammed Huseyîn ê ji gundê Karagoz ê Raî, ku ewilî zilma DAIŞ'ê dît û piştre zilm û zordariya dewleta Tirk dît, berî du mehan reviya û tevlî nava refên Cephet El Ekrad bû.

Mûhammed Huseyîn 31 salî ye û ji gundê Karagoz ê navçeya Raî ya Şehba ye. Ji ber ku Karagoz gundekî Kurdan e, ji sala 2013'an û pê ve DAIŞ, ji sala 2016'an û pê ve jî artêş û çeteyên Tirk bi rengekî cuda nêzî wê bûn. Mûhammed Huseyîn, ku ji bo rizgarkirina malbata xwe ji Lubnanê vegeriya gundê Karagozê, neçar ma bi malbata xwe re di nava hovîtiya DAIŞ'ê û dewleta Tirk de bijî. Mûhammed Huseyîn 2 meh beriya niha ji Raî reviya û tevlî nava refên Cephet El Ekrad bû. Huseyîn ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe kir.

KURDBÛN TÊRÊ DIKIR

"Ez li Lubnanê dixebitîm. Ji bo wergirtina malbata xwe vegeriyam gund, lê belê DAIŞ'ê destûr neda. Di roja sêyemîn a vegera li gundê xwe de ez birin. Gelek caran binçav kirin û berdan. Her carê îşkence li min kirin. Kurdbûn ji bo wan têrê dikir, ku weke 'sûc' bê dîtin. Xalê min û gelek xizmên min hatin kuştin. Li Raî merasîmên kuştinê dikirin. Bêguman gelek mirovên din jî êş kişandin, lê belê zilma herî mezin li Kurdan hate kirin. Kurd direvandin û di berdêla pereyekî gelekî zêde de berdidan. Dest danîn ser malên me, zeviyên me, xaniyên me. Ji neçarî me li mala xwe kirê didan.

ZILMA TIRKAN JI YA DAIŞ'Ê XERABTIR E

Artêş û çeteyên Tirk bêyî ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin ketin nava herêma me. Dema ku ew hatin, DAIŞ'ê xwe vekişand. Hin endamên DAIŞ'ê ku me bi xwe ew nas dikir, di cih de bûn çeteyên Tirkan. Tevî ku li gundê me endamên DAIŞ'ê neman jî, bi balafir û hawanan li gundê me xistin. Du jê zarok malbatek bi temamî îmha kirin. Ji malbatekê tenê zarokek filitî. Artêş û çeteyên Tirk di destpêkê de zilm li Kurdan kirin, piştre berê xwe dan Ereban. Hemû gundên Kurdan talan kirin. Gotin, 'Hûn Kurd in, derkevin ji vê derê'. Kurd ewilî bê milk kirin, piştre jî herêm bê Kurd hiştin. Vê yekê hê jî dikin.
Piştî Kurdan dor tê Ereban. Erebên rewşa wan a aboriyê baş bû, hemû şêlandin. Bi heqaretên 'Erebên pîs', beşek ji Erebên ji 'zilma Esad reviya bûn' perîşan kirin. Erebekî ji Hûmsê hat got, 'Li vê derê her tişt ji destêm e girtin. Şerefa me, namûsa me, her tiştê me girtin. Beşar me bikuje, ji vê zilmê baştir e'. Û bi vê gotina xwe vegeriya.

TEVLÎ NAVA REFÊN CEPHET EL EKRAD BÛ

Beriya du mehan ji gundê xwe hatim û tevlî nava refên Cephet El Ekrad bûm. Poşman bûm ku ez berê tevlî nebûm. Hêvîdarim em ê dewleta Tirk ji nava axa xwe derxînin, Şehbayê azad bikin û li gundê xwe vegerim. Divê em dewleta Tirk ji Şehbayê derxînin."