Desteya Rêveber a Federasyonê: Esed bi agir dilîze

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku daxuyaniya Esad nîşan dide ku di navbera rejîmên Erdogan û Esed de lihevkirineke veşartî heye û got, "Esad bi agir dilîze."

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, bi daxyaniyekê bersiv da Serokê rejîma Baas Beşar Esed.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk gundewarê bajarê El-Bûkemal ji terora DAIŞ’ê rizgar dike. Di heman demê de hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê sîstema demokratîk ku ji bo tevahiya welatiyên Sûriyeyê xewn bû, pêk tînin. Li vê herêmê pêkhate bi xwe nûnerên xwe hildibijêrin û sîstema xwe ava dikin. Ji ber vê çendê daxuyaniya dawî ya Beşar Esed mîna ragihandina şer tê dîtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji destpêka damezrandina xwe û hetanî niha hêza yekê ye ku xwe dispêre vîna gelên Sûriyeyê û ji bo berjewendiyên gel tev digere. QSD’ê tekane hêz e ku parastina nirxên gelên Sûriyeyê bi hemû pêkhate, netewe, ol û bawerî kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li gorî rêgezên azadî, dadmendî û biratiyê tev geriyaye xewna hemû pêkhateyên Sûriyeyê temsîl kiriye.

Di nava QSD'ê de hemû nasnameyên Sûrî hene. Vê hêza hanê di şer de xwe îsbat kiriye û baweriya tevahiya gelên Sûriyeyê jî girtiye ku tenê hêza dikare wan biparêze ew e. Ji ber vê yekê tenê QSD hêjayî ku bibe dendika avakirina artêşa paşerojê ya Sûriyeyê.

Daxuyaniya Beşar Esed tenê tê wateya ragihandina şer. Ew bi agir dilîze. Kesê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi xiyanetê bi nav bike tê wateya ku ew wê hedef digre. Ev jî diyar dike ku Sûriye li pêş şereke nû ye û hemû civînên ku bi navê çareseriyê têne lidarxistin jî tenê rejîm pê demê derbas dike.

Ev daxuyaniya Esed nîşan dide ku di navbera hikûmeta Erdogan û hikûmeta Esed de lihevkirineke veşartî heye û ev jî destpêka aloziyeke nû li Sûriyeyê ye.

Em bi navê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hedefgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî hedefgirtina tevahiya gelên Sûriyeyê û yekîtiya xaka Sûriyeyê dîbinin. Ev helwesta rejîmê piştgiriyê dide dagirkeriya Tirkiye li Sûriyeyê ku rojane welatiyên sivîl dide kuştin.

Ji ber vê çendê em ê bang li tevahiya gelên Sûriyeyê dikin ku ji her demê bêhtir di nava hêzên QSD’ê de cihê xwe bigrin. Tenê QSD’ê dikare yekîtiya Sûriye û parastina hemû pêkhateyên gelê wê misoger bike."