Derwîş: Berxwedaneke gelekî mezin li benda dewleta Tirk e

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Şervan Derwîş diyar kir ku ew bi cîddî nêzî gefa dewleta Tirk a li ser Minbîc û Til Rifatê dibin û bal kişand ser vî tiştî ku ew xwe ji şerekî mezin ê parastinê re amade dikin.

Serokkomarê Tirk Erdogan di salvegera 6’emîn a pêngava rizgarkirina Minbîcê de gotin anî ser êrîşeke nû ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Erdogan di axaftina xwe ya 1’ê Hezîrana 2022’an de Minbîc û Til Rifet wekî hedef nîşan da. Ji wê rojê û heta niha di çapemeniya nêzî AKP’ê de nûçeyên wekî ‘Em dikin dest pê bikin’ tên dayîn.

Şervan Derwîş ê ku yek ji avakarê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ye, derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê, azadkirina bajêr a ji nav destên DAÎŞ’ê, girîngiya stratejîk a bajêr û gefên dewleta Tirk a ji bo dagirkirinê ji ANF’ê re axivî.

Di dema pêvajoya DAÎŞ’ê de hûn jî li Minbîcê bûn. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û heta niha çi bû?

Li Minbîcê rejîm ji aliyê komên çekdar di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bajêr hate derxistin. Di wê demê de hêzeke girêdayî Cephet El Ekrad jî hebû, fermandarê vê hêzê Faysal Ebû Leyla bû. Di wê demê de li Minbîcê nêzî 88 komên çekdar hebûn û li dijî rejîmê şer dikirin. Dema ku komê OSO’yê li Minbîcê bûn, gel xisar didît. Vê komê gel direvand, dizî dikir û mirov dikuştin. Di nav xwe de jî şer dikirin. Ji ber nêzîkatiya van koman piştî ku bajar ji rejîmê hate azadkirin, destûr nedan ku bajar bi ser xwe ve were.

Piraniya van 88 koman têkiliya wan bi Tirkiyeyê re hebû û di Tîrmeha 2013’an de li bajarên wekî Til Eran, Til Hasil, Ezaz, Girê Spî, Reqa, Bab û Cerablûsê êrîşên li dijî Kurdan û Cephet El Ekradê hate kirin, li Minîbîcê nehate kirin. Yek ji sedema çênebûna van êrîşan jî ji ber taybetiya dîrokî ya Minbîcê bû. Li Minbîcê di navbera gelan de tu carî pirsgirêk çênebûbû û nijadperestî qet pêk nehatibû. Li her derê şehîd û birîndar çêbûn, gelek Kurd ji aliyê komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk ji warên xwe hatin derxistin lê li Minbîcê ev tişt qet pêk nehat.

Wê demê li Minbîcê Kurd rêxistinkirî bûn. Li Rojava yekemîn mala gel li Minbîcê hate vekirin. Hêzeke parastinê hatibû avakirin. Têkiliya Kurdên li Minbîcê bi gelên din û eşîrên Ereb re xurt bû. Ji ber vê komên çekdar ên girêdayî û DAÎŞ a ku hêdî hêdî diket qadê hin hewldan kir lê li Minbîcê derbarê êrîşên li ser Kurdan bi ser neketin.

Di salên 2012 û 2013’an de DAÎŞ jî hatibû qadê. Jixwe Cephet El Nûsra halê pêşîn ê DAÎŞ’ê bû. DAÎŞ’ê sûd ji rewşa komên çekdar ên li Minbîcê stend. Di destpêkê de van koman li hemberî DAÎŞ’ê tu helwest nîşan nedabûn.DAÎŞ ji bo ku xwe li bajêr bi cih bike, alîkarî da hinek koman û bi wan re li hev kir. Lê piştre beşeke van kesan kuşt û li qadan ew dar ve kirin. Di 21’ê Çileya 2014’an de hemû ji bajêr derxistin û Minbîc dagir kirin.

KESÊN LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê LI BER XWE DAN MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBÎCÊ AVA KIRIN

3 hezar çekdarên girêdayî komên ku dixwazin tevlî dewleta Tirk êrîşî Minbîcê bikin, dema ku Minbîc hate dagirkirin derbasî Kobanê bûn û ji wir jî çûn Tirkiyeyê. Lê hêza di bin fermandariya Faysal Ebû Leyla de ji qadê derneketin. Li nêzî Qereqozaxê man û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin. Hinek komên OSO’yê yên ku ji Minbîcê derketin yan jî kesên girêdayî ax û gelê xwe, neçûn Tirkiyeyê. Li Qereqozaxê li ba Faysal Ebû Leyla man û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin.Van koman tevî YPG’ê Odeya Operasyonê ya Volkana Firatê ava kirin.  Tabûrên Şems El Şemal ên di bin fermandariya Ebû Leyla de jî tevlî nav Odeya Operasyonê ya Volkana Firatê bûn û tevî YPG’ê li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin.

Ev kesên ku ji ber êrîşa DAÎŞ’ê neçar mabûn ji Minbîcê derkevin lê li herêmê man. Li Qereqozax, Kobanê û Tişrînê li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin û bingeha Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ava kirin. Piştî ku Tişrîn ji DAÎŞ’ê hate azadkirin, van kesan Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ava kirin îro jî endamên meclîsa me ne.

Her kes dizane ku Minbîc ji Çileya 2014’an heta Hezîran û Tebaxa 2016’an di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de bû. DAÎŞ’ê li Minbîcê hovîtiyeke mezin kir. Bi hezaran kes qetil kir. Gelek kes hene ku di vê pêvajoyê de hatine girtin û hê jî aqûbeta wan ne diyar e.

BI TIFAQA YPG’Ê RE LEŞKERÊN XWE JI QEREQOZAXÊ KIŞANDIN

Hûn jî şahid in ku dewleta Tirk di 22’ê Sibata 2015’an de leşkerên xwe ji Qereqozax û Tirbeya Suleyman Şah kişandine. Derbarê vê guherandina cih de hûn dikarin çi bibêjin?

Her kes dizane ku DAÎŞ’ê dema Minbîc dagir kir, dewleta Tirk nekarî leşker û tirbê ji wir derxîne. Lê piştî ku me êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê şikand, êdî em nêzî                 Qereqozaxê dibûn û dewleta Tirk kete dewrê. Em nêzî Qereqozaxê dibûn lê ew der hê jî di destê DAÎŞ’ê de bû.

Dewleta Tirk wê demê ji bo ku leşkerên xwe yên li Qereqozaxê û gora Suleyman Şah bibe Eşmeyê bi YPG’ê re rûnişt û tifaqek çêkir. Konvoya dewleta Tirk tevî tank û leşkerên xwe ji Kobanê derbas bû û çû herêmê. Leşker û tirbe birin û herêm mayîn kir.

Ev bûyer yek ji îspata herî mezin e ku dewleta Tirk DAÎŞ’ê wekî xetere nabîne. Dema ku DAÎŞ li wir bû ne leşker û ne jî tirbe vekişand. Lê dema ku em nêzî wir bûn, têkilî bi YPG’ê re danîn û xwe vekişand gundê Eşmeyê. Di van peymanan de para me ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê tune. Ev peyman di navbera YPG û Tirkiyeyê de hate kirin û em jî bûn şahidê rewşê.

6 SAL IN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NESEKINIYE

Em dizanin ku dema Minbîc di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de bû, dewleta Tirk ev tişt ji xwe re wekî gef nedidît, lê dema ku QSD û meclîsa we bajar azad kir, dewleta Tirk jî dest bi êrîşan kir. Çarçoveya van êrîşan çi ye û bandoreke çawa li ser Minbîcê kir?

A niha em ketine salvegera 6’emîn a azadkirian Minbîcê. 6 sal berê van rojan di çarçoveya pêngava azadkirinê de li dora bajarê Minbîcê û li hinek taxan me li dijî DAÎŞ’ê şer dikir. Lê gefên dewleta Tirk a li ser herêma me, ji roja ku me bajar azad kiriye û heta niha qet nesekiniye. Piştî ku me Minbîc azad kir, li herêma Arîmayê dewleta Tirk û çeteyên wan êrîşî me kirin. Wê demê dewleta Tirk balefirên şer jî bi kar anî. Ji wê demê heta niha dewleta Tirk û çeteyên wê bi obusan li Minbîcê didin û gefên wan ên dagirkeriyê jî didome. Ji roja ku bajar hatiye azadkirin, li xetên eniyê yên şer dem bi dem dengê şer zêde dibû carina jî kêm dibû, lê qet nesekinî.

Bi azadkirina Minbîcê re dewleta Tirk ji bo ku gel bitirsîne, îstîkrarê xera bike û gel bide koçberkirin gund bomberdûman kir, li xetên eniyê drone bi kar anî û tevî DAÎŞ’ê bi şaneyên xwe yên di nav bajaran de bombe dan teqandin. Armanca wan ev bû ku piştî şer pergala bajêr dîsa neyê avakirin, bazirganî bi pêş nekeve û kaosê ava bikin. Ev êrîş li Bab û Cerablûsê hatin rêxistinkirin.

Di heman demê de dewleta Tirk xwest bi navbera gelên Ereb, Tirkmen, Kurd û Çerkez de fesadiyê bike. Li ser vî esasî antî propagandaya xwe jî kir lê dîsa jî tu encam bi dest nexist. Gelê Minbîcê yekîtiya xwe xurttir kir. Piştî azadkirina bajêr rêveberî, ekonomî û jiyana xwe ava kir û xurt kir.

6 sal ji ser azadkirina Minbîcê derbas bû. Dema ku me dest bi pêngava azadkirinê kir me soz dabû ku wê Minbîc di nav bajarên ji destê DAÎŞ’ê hatiye rizgarkirin wê bibe bajarekî mînak. Ligel ku dewleta Tirk û çeteyên wê 6 sal in êrîş dikin jî, ev tişt bi rêjeyeke zêde pêk hat. Gelê Minbîcê pergala xwe ya îdarî, rêveberî û ekonomiyê ava kir û her dem ew geştir kir. Em Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê jî 6 sal in hêzên parastina bajêr û pergala wê geş dikin. Me asteke girîng bi dest xist.

Erdogan di 1’ê Hezîranê de diyar kir dibe ku ew êrîşî Minbîc û Til Rifetê bikin. Hûn vi tiştî çawa dinirxînin?

Di demên dawîn de dewleta Tirk gefan dixwe ku êrîşî bajarê me bike. Ev tişt ji bo tolhildana  DAÎŞ’ê ye û bi dagirkirina bajêr re, ji DAÎŞ’ê re qadeke wisa ava bike ku DAÎŞ karibe xwe rêxistin bike. Em bi awayekî cîddî li ser vê gefê disekinin. Divê her kes bizanibe ku dewleta Tirk hewl dide herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Armanca wê ne bi tenê Minbîc û Til Rifet e. Armanca wê hemû herêmên dikevin bin plana Mîsak-i Mîllî ye. Li ku derê firsendekê bibîne wê êrîşeke dagirker bide destpêkirin.

Di demên dawîn de dewleta Tirk herî zêde li ser Minbîc û Til Rifetê gefan dixwe. Em bi cîddî nêzî vê gefê dibin. Li ser vî esasî me amadekariyên xwe zêde kir, me pergala xwe ya parastinê xurttir kir. Gelê Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen û eşîrên li Minbîcê dizanin ku dewleta Tirk dixwaze çi bike. Li Minbîcê yekîtiya gelan di asta herî bilind de ye. Nerazîbûnê nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didin û piştgiriyê didin hêzên parastina bajêr.

Çima ji roja Minbic ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin heta bi niha dewleta Tirk êrîşê Minbicê dike û niha jî dide zanîn ku ew ê dagir bike? Giringiya bajêr çi ye?

Hedefa Erdogan ne bi tenê Minbic lê herêm tev e. Lê belê, Minbic di nav herêmên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de giringiyeke xwe ya taybet heye. Hem bi erdnîgarî hem jî bi stratejî Minbic bajarekî mezin e. Milyonek nifûsa xwe heye. Li ser rêya M4’ê ye. Nêzî pira Qereqozax a Heleb û rojhilat û rojavayê Firatê digihîne hev û din. A rast, Qereqozax li ser Minbicê ye.

Minbic di warê bazirganî û leşkerî de jî giring e. Ji wê boneyê çavên her kesê li ser Minbicê ye. Dewleta Tirk bi dagirkirina Minbicê dixwaze zextan li Heleb, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bike. Bi destpêkirina ji Minbicê dixwaze herêmên dagir kirine berfirehtir bike. Dewleta Tirk difikire ku di mijara Minbicê de wê hêzên navneteweyî bi asanî qanih bike. Niha bi bikaranîna konjonktura heyî, krîza li cîhanê belavbûyî û nakokiyên navbira hêzên navneteweyî, hesabê bazariya dagirkirina herêmên rêveberiya xweser dike. Lê wisa xuya ye ku hêj negihîştiye mexseda bi dilê xwe.

 ‘XWE BI DIZÎ AMADE DIKIN’

Li ser amadehiyên dewleta Tirk û çeteyan ên berpêyî bajarê we û tevgera li ser sînorên we çi dibêjî?

Me hay ji tevgera dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser sînorên xwe heye. Cih bi cih liv û tevger çêdibe û di xetên çeperan de tevgera balafirên keşfê heye. Hemû gundên me yên li ser sînor bombe dikin. Carinan dikevin hewila ketina nav me. Vê dawiyê carek xwestin xwe nêzê bendên me bikin û êrîşan bikin. Lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewildan bi avê de birin. Tevgera wan a ji erdê ve ne hew qas zêde ye. Tevgera wan tev di bin kontrola me de ye.

Lê mirov dikare bibêje ku amadehiya êrîşkirinê pir hêdî û veşarî dikin. Yanê dixwazin hêzên me bixapînin. Lê tevgera wan di bin çavdêrî û kontrola me de ye. Amadehiyên wan hêj negihîştine asta destpêkirina êrîşeke mezin.

Bi ser de, berpêyî herêmên me bi rêya çapemeniyê şerê propaganda û derûniyê dikin. Em dibînin ku tevgera li herêmên dagirkirî tev ne ji bo birina êrîşan bi ser me de lê pevçûn û nakokiyên di navbira çeteyan de ne jî.

HELWESTA HÊZÊN RÛS NE BI QASÎ VÎ TIŞTÎ YE  KU BIDIN SEKINANDIN

We têkilî bi Rûsya ya li herêma we xwedî hêz e heye? Helwesta wan li dijî gefên dagirkerinê yên dewleta Tirk çawa ye?

Ji gava ku hêzên koalîsyona navneteweyî ji herêmên me çûne heta bi niha hêzên Rûsan wek hêza çavdêr in. Em agahiyan didin û distînin ji hev û din. Hemû agahiyên li ser bûyer û êrîşên di xeta çeperan de rû didin, haya hêzên Rûsyayê pê tê xistin. Bi tifaqa QSD û Rûsyayê li ser xeta çeperan leşkerên rejîmê û bendên wan hene.

Agahiya tevger û êrîşên dibin roj bi roj bi hêzên Rûsya û Şamê re tê parkirin. Wan hay ji rewşê heye. Helwest û tevgera wan ne bi qasê sekinandina binpêkirin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan be jî, xebat bi hev re tê kirin. Bendên xwe û qad û xalên li ser sînor ên rejîmê girtine qewîn dikin.  Lê helwest û amadehiyên wan ne bi qasê sekinandina êrîşa dagirkirinê ya dewleta Tirk e.

Ez jê bi hêvî me ku wê sibehê roj li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest. Ev herêm li gor tifaqa sala 2019’an a QSD û Rûsyayê, Rûsya ji ewlehiya herêmê berpirs e. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê rojeke ku gundan bombebaran nekin nîn e. Gelê me yê li vir dijî zehmetiyan dibîne lê dîsa terka gundê xwe nake. Eger bi rastî dixwazin parastina ax û tevahiya Sûriyeyê bikin, nexwe ew jî di parastina Minbicê de xwedî erk in. Nexasim, rêvebiriya Şamê divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk vê li qadê nîşan bide. Hevdîtinên û diyalogên me yên di vî warî de berdewam in. Lê hêj tu gavekî berbiçav neavêtine.

Em bi aşkerehî dibêjin; heke êrîşê bajarê me bikin gelê me jî û wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî, bajar û herêma xwe biparêzin. Êrîşeke wiha wê yekcar krîza Sûriyeyê kûr bike û rêya çareseriyê dijwartir bike. Bi êrîşeke wiha wê krîza insanî li herêmê jî zêde bike. Ji êrîşeke wiha ya dewleta Tirk wê herî pir DAIŞ jê siûdê bigire. DAIŞ jixwe li hêviyê ye ku şer û bêîstiqrarî çêbibe da ku xwe ji nû ve bide hev û xwe birêxistin bike.

Jixwe her kes pê dizane ku DAIŞ hêza xwe ji dewleta Tirk digire û li herêmên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê dagir kirine xwe ji nû ve birêxistin dike. Heke li herêmê şer û bêîstiqrarî zêde bibe wê DAIŞ bi wergirtina siûdê ji vê, cardin derbikeve holê serî hilîne. Û wê xebat û têkoşîna bi salên dawîn a li dijî DAIŞ’ê bi avê de biçe

Heke dewleta Tirk êrîş bike wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê bibe planê ji paş re. Çimkî di rewşeke wiha ya êrîşkirinê de divê em axa xwe ji dagirkirinê û xelkê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk biparêzin.

 ‘EM Ê ŞEREKÎ MEZIN Ê RÛMET Û PARASTINÊ BIKIN’

Wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hûn ê li dijî êrîşa dewleta Tirk a bibe hûn ê çi bikin?

Her kes dizane ku me di nav 6 salan de hêzên xwe yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mezin kir. Me hêzên xwe di warê dîsîplîn, şiyan û karîna şer, hesta welatparêziyê de perwerde kir û pergala xwe parastinê bi pêş de bir. Ji roja azadbûna Minbicê heta bi niha 6 salan sekin bi me neket û gelek bi pêş de çûn. Xebatên me hêj berdewam in.

Em şer naxwazin, lê ax û gelê me bibe hedef heta ji me bihê em ê li ber xwe bidin. Di vî warî de em xwedî tecrûbe ne jî. Heke dewleta Tirk êrîş bike em ê derbeyên xedar lê bixin, felekê lê şaş bikin.

Em spasiya gelê xwe dikin ku heta bi niha me re bûye. Ji bo berdewamiya vê ewlehiyê em ê dixwazin ku yekcar li dora hêzên parastina bicivin. Hovîtiya li ser çi Kurd, çi Ereb û pêkhateyên din a li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, li ber çavan e. Êdî hatiye rewşeke wisa ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de taqeta insanan nemaye.

Em dixwazin vê ji gelê xwe re bibêjin. Heke dewleta Tirk êrîş bike em ê xweş li ber xwe bidin. Ev berxwedan; wê bibe berxwedana parastina rûmet, xwe, ax, jiyan û pergala bi kedeka hat avakirin. Em bi gelê xwe re xwe amadeyê berxwedaneke wiha dikin. Em bawer in ku wê gelê me di vê berxwedanê bi me re be.