Deriyê Idlibê vebû, rageşiya navbera 'garantoran' mezin dibe

Bi ketina Seraqîbê re hejmara nuqteyên çavdêriyê û leşkerî yên dewleta Tirk ên dorpêçkirî bû 9. Alozî û rageşiya navbera garnatorên Soçî jî mezin dibe. Lavrov got, "Li herêma Idlibê ya ku Tirkiye jê berpirsyar e hîn jî terorîst serdest in."

Hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Rûsyayê, doh êvarê bajarokê Seraqîbê yê Idlibê kontrol kirin. Bi vê yekê re deriyên Idlibê li hêzên rejîma Sûriyeyê vebû.

Seraqîb li ser otobanên Heleb Lazqiye (M4) û Heleb Şamê (M5) e. Nuqteyên leşkerî yên ku dewleta Tirk li dora Seraqîbê danî bi kêr nehatin û bajarok kete destê hêzên rejîmê.

Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê ji meha Kanûnê ve operasyona "Berbanga Idlibê" dimeşîne. Piştî ku Seraqîb ket, hêzên Sûriyeyê bi 15 kîlometreyan nêzî navenda bajarê Idlibê bûn.

9 NUQTEYÊN DEWLETA TIRK DI NAVA DORPÊÇÊ DE NE

Bi ketina Seraqîbê re hejmara nuqteyên çavdêriyê yên artêşa Tirk ên li herêmê derket 5'an (Morek, Maar Hîtat, Sûrman, Til Tuqan û Raşidîn).

Li aliyê din nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk ên ji bo astengkirina ketina Seraqîbê li rojhilat, rojava, bakur û başûrê bajêr danîbû ji aliyê rejîmê ve hatin dorpêçkirin.

RAGEŞIYA NAVBERA GARANTORAN

Ji ber operasyona Idlibê rageşiya navbera 'garantorên Astana û Soçî' (Rûsya, dewleta Tirk û Îran) mezin dibe. Piştî ku DYE'yê ragihand ku ew piştgiriyê didin dewleta Tirk, rêveberiya Erdogan zimanê xwe yê li dijî Rûsyayê tund kir.

Dewleta Tirk heta radeyekê bi daxuyaniyan Rûsyayê sûcdar dike. Rûsya jî diyar dike ku dewleta Tirk piştgiriyê dide terorîzmê.

LAVROV: TERORÎST DI BIN BERPIRSYARIYA TIRKIYEYÊ DE NE

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi civîneke çapemeniyê ragihand ku dewleta Tirk pêwîstiyên peymana Soçî ya 17'ê Îlona 2018'an pêk nîne.

Lavrov got, "Peymanên me hene ku hebûna Tirkiyeyê ya li herêmên kêmkirina aloziyê yên li Idlibê destnîşan dike. Hempîşeyên me yên Tirk soz dan ku wê mûxalîfên li vê herêmê ji terorîstên El Nûsra (Bi navê xwe yê nû Fetîh el Şam) û (Heyet) Tehrîr el Şam cuda bikin. Lê mixabin li herêmên Idlibê yên di berpirsyariya Tirkiyeyê de ne hîn jî terorîst serdest in. Ji ber vê yekê divê berpirsyariyên xwe pêk bîne."

ÇAVÛŞOGLÛ: HEYET WÊ JI RÛSYAYÊ BÊ

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî ragihand ku bi rojeva Idlibê wê heyetek sibe ji Rûsyayê bê Tirkiyeyê. Çavûşoglû got, "Piştî axaftina Serokkomarê me bi Birêz Pûtîn re li ser kombûna heyetan li hev hate kirin. Heyetek ji Rûsyayê wê sibe bê Tirkiyeyê. Eger pêwîstî pê hebe wê di asta lîderan de jî hevdîtinê bike."