Derbeke giran li tora MÎT’ê ya li Kampa Holê hate xistin

Çeteyên ku hewl didan çek û cebilxaneyan bibin Kampa Holê ji hêla Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hatin girtin, çete li xwe mikur hatin ku çek û cebilxane ji Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk de anîne.

Li Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê Hesekê dimîne û hema hema kampa herî mezin a cîhanê ye 60 hezar kes lê dimînin. Li Kampê ji derveyî Iraq û ûriyê ji 48 welatan bi hezaran malbatên DAÎŞ’î jî hene. Îstîxbarata Tirk ji aliyekî ve ji bo ku DAÎŞ’iyên li kampê birevîne şebekeyan ava dike û ji aliyê dî ve jî ji bo ku DAÎŞ kampê bi dest bixe gelekî hewl dide. Ji herêmên ku ji hêla dewleta Tirk vehatine dagirkirin heta bi kampa Holê toreke çeteyan hatiye avakirin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê 28’ê Sibata 2021’an li dijî avaniyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi navê ‘’Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’’ operasyonek li dar xistibû. Di encama operasyonê de bi dehan hicre hatin rûxandin, berpirsên DAÎŞ’ê jî din av de ji 200’î zêdetir endamên çeteyan hatibûn girtin. DAÎŞ ya ku di operasyona 28’ê Sibatê de derba giran xwarî dîsa rêxistinî bû. Endamên çetyan ku ketin nav penaberan û pasif in, ji bo ‘’ji nû ve rêxistinbûnê’’’ hatin tevgerkirin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ku ewlehiya kampê dikin, li ser îxbarekê beriya bi çend rojan operasyonek kirin. Çek û cebilxaneya ku hewl didan têxin kampê bi dest xistin. Di encama operasyonê de 6 çekên AK-47, 48 jerjor, hezar û 350 gule, 7 bombeyên destan, 7 êlekên leşkerî û 1 kincên leşkeran hatie bidestxistin. Endamên çeyeyan ku hatin girtin li xwe mikur hatin ku cebilxane ji Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk de hatine, wê hê jî werin û di vê mijarê de tevgereke mezin heye.

‘Tevgera DAÎŞ’ê’ ya li Kampa Holê heta Cotmeha 2019’an ku Girê Spî hatî dagirkirin ji Idlibê dihate rêvebirin. Dewleta Tirk piştî ku Girê Spî dagir kir, ‘Navenda Tevgerê ya Hol’ê bire Girê SPî û çeteye bi navê Cerrah Ebû Omer, ku MÎT’ê ew revandibû danî ser. Yek ji berpirsê DAÎŞ’ê Evû Welîd ku hatibû girtin li xwe mikur hatibû wan ferman ji Cerrah Ebû Omer distanin ku ji hêla MÎT’ê ve hatibû revandin û ew biribûn Girê Spî.