Dayikên şehîdan: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin

Dayikên şehîdan ên ku di sala 1990’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine, diyar kirin ku wê li ser soza xwe ya azadkirina Rêbertî bin û gotin “Zarokên me ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûn. Em bi zarokên xwe serbilind in.”

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dayikên şehîdan re hevpeyvînek kir.

Di vê çarçoveyê de dayîka şehîd Şakir ji ANF'ê re axivî û got, “Dema em li Sûriyeyê bûn qala PKK’ê dihat kirin. Me dizanibû ku ev partî doza mafên Kurdan dike û dixwaze ku em bi Kurdî biaxivin û em xwedî nasnameya Kurdbûnê bin. Li ser vî esasî me jî li Sûriyeyê dest bi xebatan kir. Di sala 1990’an de ji bo dîtina Rêber Apo em çûn Lubnanê. Yek ji daxwaza min a mezin bû ku ez Rêber Apo bibînim. Di wê serdanê de ji her çar aliyên Sûriyeyê mirov ji bo dîtina Rêber Apo hatibûn û em hemû jî bi coş bûn.”

‘EZ SERBILIND IM KU DAYÎKA DU ŞEHÎDAN IM’

Dayika şehîd Şakir diyar kir dema Rêber Apo hat, gel ew li ser pêyan pêşwazî kir û got “Rêber Apo dema dest bi axaftinê kir, li rewşa gel û herêmê pirs kir û diyar kir divê ew çawa li hemberî rejîmên desthilatdar xwe rêxistin bikin. Gel mîna ku parçeyekî dilê xwe dîtibe, gelekî kêfxweş bûbû. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan kesayeteke azad bû, her kes kêfxweş bû ku pê re biaxive. Rêbertî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser azadiyê jinê ya ku bi hezaran sal berê hatiye windakirin. Rêber Apo diyar dikir divê jin azad be û mafên xwe yên civakî bixwaze. Ji ber xwestina mafê gelê Kurd û demokrasiyê min soz da ku ez canê xwe ji bo azadiya Kurdistanê bidim û zarokên min jî ji bo azadiya Kurdistanê tevlî nav PKK’ê bûn. Ez ji vî tiştî ne poşman nebûm, ez serbilind im ku ez dayika du şehîdên azadiyê me. Min soz da Rêber Apo ku ez ê ji bo azadiya Kurdistanê bixebitim.”

‘RÊBERTÎ BANGA AŞTÎ, DEMOKRASÎ Û BIRATIYA GELAN JÎ DIKIR’

Dayika şehîd Zozan a ji gundê Mobata jî diyar kir daxwaza maf û nasnameya Kurdan bû sedem ku ew ji bo berfirehkirina vê bîrdoziyê têbikoşin û got “Di sala 1990’î de ez jî li Lubnanê çûbûm serdana Rêber Apo. Rêbertî qala şoreşên berê û şoreşên Kurdan dikir. Teoriya Rêbertî ya ji bo doza Kurdan cuda bû. Rêbertî ne bi tenê ji bo mafên Kurdan, ji bo aştî, demokrasî û biratiya gelan jî bang dikir. Wî her dem qala mafên jinan jî dikir.Rêbertî diyar dikir yekemîn şerê li dijî mirovahiyê bi destê zilaman li dijî jinê pêk hatiye û şer didome. Modernîteya kapîtalîst jiyana jinan û rola wê ya di nav civakê de bi dawî kiriye û jin bûye kole. Min zarokên xwe li ser vê bîrdoziyê mezin kir. Keça min li ser vê bingehê tevlî nav PKK’ê bû. Min jî soz daye Rêber Abdullah Ocalan ez ê jî xebatên xwe bidomînin. Rêber Apo 23 sal in di zindana Îmraliyê de ye lê em ji fikr û felsefeya Rêber Apo qut nebûn.”