‘Daxuyaniyên Esad xizmetê ji Tirkiyeyê re dike’

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê Foza Yûsif got ku daxuyaniyên Beşar Esad yên ku Kurdan sûcdar dike xizmetê ji dewleta Tirk re dike.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif li Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê ya li bajarê Qamişloyê bi nûnerên partiyên siyasî re civiya.

Di civînê de Serokê Desteya Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, Hevserokê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed, nûnerên partiyan amade bûn yên ku di bin sîwaneya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de kar dikin.

SIÛDÎ, DIXWAZE BI BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ RE TÊKILIYÊN XWE BERFIREHTIR BIKE

Foza Yûsif di civînê de  rewşa siyasî û geşedanên li herêmê nirxand. Yûsif diyar kir ku Erebistana Siûdî di van mehên dawî de dixwaze têkiliyên xwe li gel rêveberiya Bakurê Sûriyeyê baş bike û got “Wezîrê Karûbarên Kendava Erebî Tamir El-Sehban ku di dema dawî de hate Reqayê ev tişt diyar bû.”

MOSKOVA WÊ JI BO ESAD HEWLDANAN BIKE

Foza Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de polîtîkayên Rûsya li Sûriyeyê jî nirxand û anî ziman ku Rûsya eger ji Beşar Esed re kesekî alternatîf nebîne wê hewl bide ku wî li ser kar bihêle.

Hevseroka Desteya Rêveber destnîşan kir ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê di sala nû de wê wekî niha bimînin.

DAXUYANIYÊN ESAD XIZMETÊ JI ERDOGAN RE DIKE, EM JI ŞER RE AMADENE!

Foza Yûsif girêdayî daxuyaniya Beşar Esad ku tê de hêzên QSD’ê wekî xayîn tewanbar dike jî got “Daxuyaniya Esad li dijî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ye. Hemû pêkhateyên vê herêmê di bin sîwaneya QSD’ê de şer dikin. Dibe ku ev daxuyanî encaman jî bi xwe re bîne. Ji ber vê çendê divê em wekî tiştekî biçûk nebînin. Ev daxuyanî xizmeta siyaseta Tirkiyeyê dike. Eger rêjîma Sûriyeyê yan jî aliyekî din bixwaze şerê QSD’ê bike, em jê re amade ne.”