Çiyayê Kezwana, bi navê din Çiyayê Evdilezîz li herêma Hesekê ye. Keleha Selahaddînê Eyyûbî jî li vir e. Ji ber ku piraniya darên li vê herêmê darên kezwanê ye, tê gotin ku ev nav lê hatiye kirin. Tevî ku niha ji van daran nema be jî, şêniyên herêmê vê derê weke Çiyayê Kezwana dinasin.
Li vê daristanê bi sedan pezkovî hebûn. Lê piştî ku DAIŞ'ê êrîşî herêmê kir, piraniya pezkoviyên li vê daristanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin firotin û yên mayî jî hatin kuştin. Darên li vê daristanê jî bi giranî hatin birîn. Yên heyî jî hişk dibin.
Daristana Çiyayê Kizwana bi qasî 500 donim e. Li vê daristanê, darên fisteq, behîv û darên dezwana hene.
Endamê Saziya Parastina Şînkahiyê Nizar anî ziman, ku ji bo parastina vê daristanê wan heta niha gelekî hewl dane, lê ber ji kêm derfetiyê, her wiha ji ber ku gundiyên li derdorê daran dibirin, daristan bi têrkerî nehatiye parastin.
Nizar diyar kir, eger rewş bi vî rengî bidome, wê daristan di dema pêş de bi giştî tine bibe.
Nizar gor, "Li cihên ku hatine parastin dar hinekî baş bûne. Lê belê gelek tehde li vê daristanê hatiye kirin. Dema çete ketin, gelek zerar dan daristanê. Bi qasî 700 pezkovî hebûn li vê daristanê. Çeteyên DAIŞ'ê piraniya van pezkoviyan firotin û qderek jî kuştin. Piştî ku çete ji vir hatin derxistin û rewş li van deran kêmek asayî bû, me wek saziya zîreatê komîteyek parastinê ya şînkayî ava kir. Ev demeke em li ser kar dikin. Lê hem av nîne, baran jî kêm tê dar hişk dibin û hem jî ji ber ku gundî ji bo debara xwe bikin daran dibirin, daristan tine dibe. Ev jî dibe sedem ku her diçe darê vê qadê kêm dibin. Berê ev der bi giştî dar bûn, lê niha tenê ev darastan maye. Ew jî ji daristanê zêdetir wek bexçeyek mezin e."
Nizar herî dawî anî ziman, ku eger ji aliyê gel ve jî hewldana parastina vê daristanê neyê kirin, wê dema pêş ji bo Rojava ji aliyê şînkayî û daristanan ve rewşên xeter derbikeve holê. Wisa bidome heta 10 salan di vê qadê de yek şînkayî wê nemîne."