Dagirkirina Efrînê hate protestokirin

Dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê ji aliyê meclîsên girêdayî Rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsên Bajarên Qamişlo û Hesekê, her wiha Meclîsên navçeya Tirbespiyê ve hate protestokirin.

ŞEHBA

Bi tevlîbûna welatiyên bi darê zorê ji Efrînê koçber bûne, li Kampa Veger dagirkeriya Tirk protesto kirin. Xwepêşandana protestoyî ku bi dehan kes tevlî bû, Meclîsa Kantona Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ku gelê Efrînê di çarçoveya Berxwedana Serdemê de berxwedanekeke dîrokî nîşan da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji sûcên şer û sûcên dij mirovahiyê yên li Efrînê darezînin.

HELEB

Meclîsa Giştî ya Helebê jî bi tevlîbûna bi dehan kesî li Taxa Şêx Meqsûd daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn û li dijî dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê jî daxuyaniyek nivîskî da û dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêkanînên der mirovî yên Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê kûrtir dike, bi dagirkeriyê re demografiya herêmê diguhertin û gel bi zorê ji cih û warên wan dikin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Daxwaz ji hemû dinê dikin tavilê dawî li bêdnegiya xwe ya li hember vê hovîtiyê bîne.”

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi dehan endamên meclîsa bajêr li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bûn, şaxên zeytûnan, wêneyên qurbaniyên komkujiya artêşa Tirk a dagirker a 20 Çileya 2018`an li dijî gelên Efrînê pêk anîn, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hilgirtin û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk bi hezaran leşkerên xwe tevlî komên terorîst ên pêve girêdayî kir, çek û teknolojiya pêşketî dan wan û 20 Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir lê şêniyên Efrînê, YPG û YPJ`ê 58 rojan li ber xwe da û efsane nivîsandin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek di demekê ku Efrînê derdora 500 hezar koçberên ji hundirê Sûriyê pêşwazî kirin pêk hat, ji ber ku Efrîn cihekî aram û di bin siya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de kar û xebata xwe dida meşandin, her wiha Efrîn bi rola pêşengî ya jinan dihat naskirin, jin hem beşdarî avakirina sîtema rêveberiyê ya qanûnsaz bûne û hem jî beşdarî avakirina cezayî bûne.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Lê belê îro û piştî ku 2 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûye, hîn jî komên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker rojane li dijî gelên Efrînê hovîtirîn binpêkirinan pêk tînin, ji wan qetilkirin, wêrankirin, şewitandina xwezayê û darên zeytûnan, revandin û dizîya şûnwaran."

Meclîsa Qamişlo dubare soza bilindkirina asta têkoşîn, kar û xebatê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û garantiya vegera şêniyên li warên wan da.

HESEKÊ

Di heman çarçoveyê de Meclîsa Kantona Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye: "Îro 2`yemîn salvegera dagirkirina kantona Efrînê ye, anku dagirkirina bajarê zeytûnan û bajarê aşîtiyê, Erdogan û çeteyên xwe yên bermahiyên DAÎŞ û Nusra şerekî hovane li dijî Efrînê meşandin, qanûên navdewletî bin pê kirin, di encamê de sivîl şehîd bûn û binesaziya herêmê wêran kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker li vir nesekinî lê hemû mizgeft, perestegeh, şûnwar û sembolên çendî kirin armanc, armanca ji vê yekê jî tunekirina nasnameya Efrînê bû, li gelê vê yekê hilberînên çandiyê, darên zeytûnan jî şewitandin, zimanê Tirkî ferz kir, malbat neçarî koçberkirinê kirin û malbatên çeteyên bi armanca guhartina demografiyê lê malên wan bi cih kirin.

Daxuyaniya meclîsê piştrast kir ku gelên Efrînê 58 rojan bê navber hem bi şev, hem bi roj li hemberî bombebarana artêşa Tirk li ber xwe da û Berxwedana Serdemê îsbat kir ku gelên Efrînê şerê nasnameyê û şerê xweparsastinê di demeke ku çeteyên artêşa Tirk mal û milkên sivîlan talan dikirin, didan meşandin.

Meclîsê di dawiya daxuyaniyê de bal kişan ser berxwedana li Efrînê hate meşandin û parve kir ku lûtkeya berxwedanê li Efrînê hate berzkirin, bi saya şervanên sînga xwe li hemberî dijmin kirin mertal û bi saya şehîdên ji cîhanê re isbat kirin ku vîna wan ji çekên NATO`yê xurtir e berxwedan hate nivîsandin, anku ev baweriya bi doza ku ji bo wê li ber xwe didin e.

TIRBESPIYÊ

Meclîsa navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa malbatên şehîdan ji aliyê Hevserokê Meclîsê Abdurehîm Hiso ve hat xwendin. Bi dehan endamên meclis, şaredarî û partiyên siyasî tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dagirkirina Efrînê qutkirina parçeyek ji erdnîgariya Sûriyê û parçekirina civak Sûriyê ye.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker nasnameya dîrok û civakî ya niştecihên herêmên hatine dagirkirin dugherîne, hemû navendên ku xizmeta şêniyan dikin, cihên olî, şûnwarî, dîrokî kirin hedef.

Meclîsê di dawiyê de bêdengiya navdewletî der barê siyaset û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li herêmên dagirkirî de şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku helwestên cidî bigirin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

TIL HEMÎS

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsê Heyal El-Xiwêr ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dagirkirina Efrînê qutkirina parçeyek ji erdîngarî û parçekirina civaka Sûriyê ye. Dagirker nasnameya dîrokî û civakî ya niştecihên resen ên herêmên dagirkirî diguherîne. Navend û saziyên xizmeta şêniyan dikirin, cihên olî û dîrokî kirin hedef. Îro piştî du salan ji dagirkirina Efrînê hêzên dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi awayekî hovane kiryarên qirêj li dijî gelê me li Efrînê pêk tînin.

Bêdengiya navdewletî û herêmê hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê dike. Berjewendiyên dagirkeran li Serêkaniyê, Girê Spî û guhertina demografiya herêmê û bicihkirina terorîstên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li şûna wan paşguh dike. Niştecihên resen ên herêmê neçarî koçberiyê kir. Gelê me yê Efrînê ku neçarî koçberiyê bû û berê xwe da herêmên Şehba û herêmên din berxwedana wan di kampan de didome. Hêviya wan bi vegera li warê wan mezin e û berxwedana wan wê dewam bike heta Efrînê were rizgarkirin."