Dagirkeriya Tirk wê bi vîna Kobanê têk biçe

Li Hesekê Endama Kongreya Star Rîma Îsa ya di şahiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de axivî got: “Bila herkes zanibe ku nikare berxwedana me. Em gav bi şûn ve navêjin, em ê şer bikin.”

Bîrozbahiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi diruşma "Kobanê mirovahî parast, divê mirovahî Kobanê biparêze" li Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya taxa Nasira hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarê ji hemû pêkhateyan beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah, alên PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Piştre endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîl (PYD) a Hesekê Ebduselam Hisno da zanîn ku Kobanê ji rojhilat heta bi rojava bi lehengên xwe ku destanên qehremantiyê nivîsandin û bû sembola berxwedanê û efsaneya serdema nû.

Hisno wiha got: "Kobanê bi saya berxwedana YPJ û YPG’ê li ber xwe da. YPG û YPJ’ê berxwedana pîroz di rûpelên dîrokê de nivîsandin, planên dagirkeriya Tirk û serokkomarê wê Erdogan ku digot ha Kobanê ket û dê bikeve bi bin xistin."

Ebduselam Hisno destnîşan kir ku Erdogan her tim hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û wiha pê de çû: "Armanca wî destkeftî û berxwedana me têk bibe û peyama ji dagirkeriya Tirk re ku nêzî van herêman nebe. Ji ber dê ji wî re bibin goristan."

Li aliyekî din jî endama rêveber Kongreya Star a Hesekê Rîma Îsa wiha got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hêz û vîna xwe ya xurt karîna xwe ya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAÎŞ’ê îsbat kir û dê bi heman vîn û berxwedanê dagirkeriya Tirk têk bibin."

Rîma Îsa wiha domand: "Divê tevahî bizanibin ku tu kes nikare berxwedana me bişikîne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker di êriş û gefên xwe de armanc dike ku vîna me bişikîne, em li hemberê radest nabin û dê li ber xwe bidin û hemû herêmên me Kobanê ne."

Di dawiya çalakiyê de şêniyan da zanîn divê hevgirtin û piştevanî zêde bibe, da ku dagirkeriya li xaka Sûriyê bi dawî bikin.