Dagirkeriya Tirk li Şehbayê hate şermezarkirin

Gelek welatiyên li Kampa Serdem a Şehbayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir, berxwedana gerîla ya li dijî vê jî silav kirin.

Bi pêşengtiya Kongreya Star, bi dehan şêniyên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca dagirkirinê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Di meşê de pankartên "Ne ji şerê birakujiyê re", "Na ji guhertina demografîk a li Efrînê re", "Na ji koçberkirina bi zorê re", "Na ji avakirina avahiyên mêtîngeriyê re" û "Bi ruhê berxwedana biratiya gelan em ê dîwar bişkînin, Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin" hatin vekirin.

Meş ji deriyê ketina kampê ber bi navenda meclîsa kampê ve dest pê kir. Di meşê di diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Jin Viyan Mihemed axivî û got: "Gelê berxwedêr dev ji berxwedana xwe û xeta berxwedanê bernade. Em silavê xwe ji çiyayên azadiyê ji Zap, Avaşîn û Metînayê re dişînin. Em dizanin ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî derbeyên ku li Garê û Heftanînê xwarin pêk hatin. Armanc ji van êrîşan şikandina îradeya gelê Kurd e û wê dewleta Tirk neghêje armancên xwe."

Jin Viyan bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û wiha domand: "Cihê mixabiniyê ye ku PDK'ê di van êrîşan de bi dewleta Tirk re hevkar e. Ji ber ku Tirkiyê dixwaze şerekî birakujiyê derxîne, ji xwe ew îtîrafê bi hebûna Kurdan nake. Ji ber vê yekê em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku serî ji siyasetan re netewînin, ji ber ku dê kurdan ber bi talûkeyê ve bibe."

Meş bi diruşmayên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.