Dagirkeran mehekê 24 caran bombe li Şehba û Efrînê barandin
Dewleta Tirk a dagirker meha Gulanê 24 caran bombe li herêmên Şehba û Efrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker meha Gulanê 24 caran bombe li herêmên Şehba û Efrînê barand.
Dewleta Tirk meha Gulanê êrîş bir ser gundên Şewarqa û Bêlûniyê yên Şehbayê û gundên Başemrê, Malîkiyê, Gundê Mezin, Merenazê yên Efrînê.
Bi topên hawanê, tank û balafirên bêmirov 24 caran bombe li van herêman hatin barandin.
Di êrîşan de tiştek bi kesî nehat, lê belê ziyan gihîşt mal û milkên xelkê herêman.