Dagirkeran li Til Temirê derba giran xwarin

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî sê gundên Til Temirê kir, piştî ku gelek kuştî da, neçar ma xwe vekişîne. Vê carê jî êrîş bir ser gundên Eyn Îsayê.

Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe, di ser Serêkaniyê ya dagirkirî ji bejahî ve di 3'ê Îlonê de êrîş bir ser gundên Tawila, Til Tewil û Xemsîn ên Til Temirê.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da êrîşan û di encamê de dagirkeran gelek kuştî dan.

Li gorî agahiyên ji hin çavkaniyên ji Serêkaniyê hatin wergirtin, cenazeyên 25 çeteyan birine nexweşxaneya li bajêr.

Dewleta Tirk di 4'ê Îlonê de jî vê carê li rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê bi tank û roketan bombe li gundên Mişêrfê û Sêgiro barand.