Dagirkeran li gundê Til Werdê 3 sivîl qetil kirin

Li gundê Til Werdê yê girêdayî Zirgan a dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dijwar birin ser, 3 sivîl şehîd bûn, sivîlek jî birîndar bû.

Di encama êrîşên dijwar ên artêşa Tirk û çeteyên wê de yên ji danê sibê ve ya li ser gundê Til Werdê ya Zirgan a Serêkaniyê dayika bi navê Tûfaha Elî Salih (55) û hevjînê wê Îbrahîm Mihemed Xelef (60) hatin qetilkirin. Di êrîşê de Mehmûd Mihemed Xelef (38) jî birîndar bûye.

Ji destpêkirina êrîşan û heta niha li gund 6 sivîl birîndar bûne. Hate ragihandin ku yek ji bîrîndaran weletiyê bi navê Ehmed Teha Mensûr (40) ye.