Dagirkeran li Efrînê 7 kes revandin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 7 kesên din jî revandin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 7 kesên din jî revandin.
Li nûçeya ANHA’yê, çeteyên artêşa Tirk beriya çend rojan girtin ser mala welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Cûma yê ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawayê û ew revandin.
Çavkaniyên herêmî gotin: “Çetayan êrîşî mala Mihemed kirin û bi awayekî hovane wî li pêşiya çavên hevjîn û zarokên lêdan kirin. Piştî telefona destan a wî û hevjîna wî birin, ew birin cihekî ne diyar ."
Heman çavkanî diyar kir Mihemed ji ber lêdana ku xwariyê nikare bimeşe û destnîşan kir ku heta niha aqûbeta wî ne diyar e.
Li aliyekî din jî çeteyan welatiyek ji Kolana Vêlat a bajarê Efrînê revandin û ji bo berdana wî daxwaza fîdya 200 hezar lîreyên Sûrî li malbata wî kiribû. Piştî malbata fîdye peyda kir hate berdan.
Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Golîlka yê navçeya Mabatayê revandin. Kesên hatin revandin, Mihemed Elî Xelîl Hemo, Luqman Mihemed Hemo, Rîfayî Hikmet Îbrahîm Hemo, Hesen Reşad Hemo û Fewzî Ebdulqadir Hemo.
Ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê yê çeteyan welatiyê bi nave Mihemed Ehmed Xidir revandin.
Aqûbeta kesên hatina revandin nediyar e.