Dagirkeran li dibistan û navenda tenduristiyê da
Çeteyên dewleta dagirker a Tirk navenda tenduristiyê ya gundê Til Ebîn a girêdayî Helebê û gundê Şêx Îsa ya Şehbayê jî bombebaran kirin.
Çeteyên dewleta dagirker a Tirk navenda tenduristiyê ya gundê Til Ebîn a girêdayî Helebê û gundê Şêx Îsa ya Şehbayê jî bombebaran kirin.
Hat diyarkirin ku çeteyên ku girêdayî dewleta dagirkerê Tirk in, navenda tenduristiya gundê Til Ebîn a ku li dikeve Rojavayê Helebê hedef girtin. Di êrîşê de ziyanên madî çêbûne.
Dagirkeran dibistan û jîngehên welatiyên sivîl ên gundê Şêx Îsa ya Şehbayê jî bombe kirin.