Dagirkeran êrîşî Eyn Îsa û Şerayê kir

Dewleta Tirk gundên Cehbe û Mişerfê yên dikeve rojhilatê Eyn Îsa û Tinibe yên navçeya Şêra bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagiker tevî artêşa xwe ya ji DAIŞ, El Nûsra û komên çete avkiriye, gundên Cehbe û Mişerfê yên gundewarên rojhilatê Eyn Îsa û derdora restorana Nexil a li ser rêya M4 bombe kirin.

Heman dagirkeran gundê Tinibe yê navçeya Şera ya Efrînê jî bombebaran kir.

Li gorî saeta herêmî di saet 19.00-20.00’an de çeteyan gundên Mielek û Cedîdê yên Eyn Îsa, kampa Eyn Îsa û rêya M4 ya navneteweyî topbaran kirin.