Dagirkeran di du rojan de 15 kes revandin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeya Şera ya Efrînê di nava du rojan de bi kêmanî 15 kes revandin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeya Şera ya Efrînê di nava du rojan de bi kêmanî 15 kes revandin.
Kiryarên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên dermirovî dewam dikin.
Di nava du roja de li navçeya Şera 15 sivîl ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin.
Navê hinek ji kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed, Miho, Zîn, Rûşîn û kurê wî, Rêwda, Zarefe, Ednan Şêxû û kurê wî, Abdo Ehmed Abdu, Mûrad, Yasir û Eya.