Dagirkeran bombe li Kobanê barandin: Zarokek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bombe li taxa Kurdan a li rojhilatê Kobanê barand. Di encamê de zarokek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker bombe li taxa Kurdan a li rojhilatê Kobanê barand.

Di êrîşê de Mecdar Mihemed a 12 salî birîndar bû. Zaroka birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 14:00 de bombe li gundê Zormixar û gundikê Ehmed Munir ên li rojavayê Kobanê barand. Têkildarî êrîşê agahiyên berfirehtir bi dest neketin.

GUNDÊN MINBICÊ HATIN BOMBEKIRIN

Di heman demê de gundên Seyda û Yalanlî yên li rojavayê Minbicê bi obusan hatin bombekirin.

Hate ragihandin ku êrîş ji baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şêx Nasir ê li başûrê Cerablûsê hatiye kirin.