Dagirkeran agir berdan zeviyên gundên Til Temirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan bombe li gundên Qasimiyê û Dirdara yên bajarê Til Temirê barandin û piştî vê bombardûmanê agir bi zeviyên gundan ket.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh êvarê bi bosuan û çekên ferdî êriş birin ser gundên Qasimiyê û Dirdara yên Til Temirê. Ji ber êrişê agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundan ket.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî û tîmên arkujiyê hatin cihê şewatê û xwestin vemirînin, lê belê dagirkeran êriş birin ser wan jî.