Dagirkeran agir berda zeviyên gundên Girê Spî

Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve agir berdan zeviyên çandiniyê yên girêdayî gundên Girê Spî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir berda zeviyên gundên Cirin, Qeter û Kulik ên Girê Spî. Li gorî saeta herêmî saet 16:00’an û şûnde şewata derketî hê jî dewam dike, şewat heta gundên ku welatî lê dijîn jî hatiye.

 Malek ji ber şewatê bi temamî rûxiyaye.