Dagirker zeviyên çandiniyê didin ber agir

Dagirkeran zeviyên çandiniyê yên Şêrawayê dan ber agir. Li Til Berakê 440 donim zeviya çandî bû xwelî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan, zeviyên çandiniyê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê dan ber agir.

Dagirkeran agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundên Basla û Bênê yên Şêrawayê.

Şewat li herêmek berfireh belav dibe, tîmên agirkûj û gel hewl didin ku şewatê vemirînin.

LI TIL BERAKÊ 440 DONIM ZEVIYA ÇANDÎ BÛ XWELÎ

Li aliyê din şewata li gundên Etşanê û Xazokê yên girêdayî navçeya Til Beraka Qamişloyê derketî, ji aliyê tîmên agirkûj ve xistin kontrolê.

Di encama şewatê de li gundê Xazokê 220, li gundê Etşanê jî 200 donim zeviyên genim û ceh lê çandî bûn xwelî.

Piştî şewatê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ve lêkolîn hate destpêkirin, di derbarê sedema şewatê de negehiştine agahiyeke zelel.