Dagirker li Şergirakê malên gundiyan hildiweşînin

Hate ragihandin, li gundê Şergirakê yê Eyn Îsayê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, malên gundiyan tên hilweşandin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, doh duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlên gundê Şergirak ê dagirkirî hilweşandin. Gundê Şergirak ê ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, li başûrê navçeya Eyn Îsa ye û li rex rêya M4 e.

Navên hin kesên malên wan hatine hilweşandin, wiha ne; Mitleq Hemed El-Ebo, Telq Hemed Ebo, Hemed Telq Ebo, Mihmed Elî Telq Ebo, Nefel Hemed Ebo, Hisên Nefel Ebo, Abullezîz Mitleq Ebo, Deham Mitleq Ebo, Xazî Mitleq Ebo, Mehmûd Ehmed Qeraca, Mihmed Ehmed Qeraca, Qeraca Ehmed Qeraca, Ehmed Îbrahîm Abdullah, Xalid Ehmed Abdullah, Kemal Mihmed Xedeb, Ehmed Abdulhemada, Mihemed Abdullah û Abdullah Ehmed Hemada.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Şergirak dagir kir, şênî li kampa Girê Spî ya ku Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberên ji kantona Girê Spî û gundewarên wê vekir, bi cih bûbûn.