Dagirker gundên Efrîn û Şehbayê dibin ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera û Şehbayê didin ber topan.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Dagirker gundê Tat Meraş, Kefer Antun, Til Ecar, Şiwarxa û Irşadiyê yên navçeya Şera ya Efrîn bi dijwarî topbaran dikin.

Li aliyê din gundên Endeqnê, Bêlûniyê û Semûqa yên Şehbayê jî tên topbarankirin.

Bomberdûmana li herêmê didome.