Dagirker bombeyan li gundên Şerayê dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li 6 gundên navçeya Şera ya Efrînê barand.

Bombardûmanê li gorî dema herêmê saet di 11:00 de dest pê kir. Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Meranazê, Şiwarxa, Kela Şiwarxa, Îrşadiyê, Tat Meraş û Til Acar ên Şerayê barandin. Hat ragihandin ku bombardûmaneke giran li herêmê hatiye kirin.

Dewleta Tirk hema her roj bombeyan li herêmên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Bi taybetî jî êrişî qadên sivîlan dike.

Êvara 21'ê Çileyê gundên Tat Meraş, Kefer Antûn, Til Ecar, Şiwarxa û Îrşadiyê yên Şerayê hatin bombekirin.

Di heman demê de bi topan gundên Endeqnê, Bêlûniyê û Semûqa yên Şehbayê jî hatin bombekirin.

Heman rojê piştî nîvro gundên Meranaz, Malikiyê û Şiwarxa yên Şerayê bûn hedefa bombardûmanê.

21'ê Çileyê saet di navbera 15:00 û 16:00 de hin herêmên li rojhilatê Eyn Îsayê û embara genim a Cehebelê hatin bombekirin.

20'ê Çileyê saet di 19:00 de gundên Eyn Deqna û Semoqiye yên Şehbayê hatin bombekirin. Heman rojê danê nîvro gundên Meranaz, Malikiyê, Şiwarxa, Kela Şiwarxa û Alqemiye yên navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin.