Dewleta Tirk DAÎŞ'ê jinûve bi rêxistin dike

Dewleta Tirk DAÎŞ'ê hem li Tirkiyeyê, hem jî li Sûriyeyê jinûve bi rêxistin dike û DAÎŞ'ê weke hêzeke paramîlîter bi kar tîne.

Dewleta Tirk di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, ji bo pêkanîna armancên xwe yên polîtîk û dagirkeriyê, di nava çeteyên Birayên Misilman, cephet El Nûsra, DAÎŞ û komên din ên çete de herî zêde bi DAÎŞ'ê bawer kir, piştgirî da wê û DAÎŞ li Tirkiyeyê li nava mekanîzmayên girîng ên dewletê weke hêzeke paramîlîter hate bikaranîn.

Dewleta Tirk hewl dide çeteyên DAÎŞ'ê li Tirkiyeyê jinûve birêxistin bike. Me hin nav û agahiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên Sûriyeyî bi dest xistin ku di bin sîwana MÎT'ê de dixebitin û ji bo berpirsyarên DAÎŞ'ê ji Sûriyeyê birevînin Tirkiyeyê hatine wezîfedarkirin.

JINÛVE BIRÊXISTIN DIKE

Li gorî agahiyan, hin ji çeteyên DAÎŞ'ê yên bi operasyonên QSD'ê tengav bûn, bi plana MÎT'ê hinek jî bi rêya qeçaxçiyan derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Dewleta Tirk beşek ji van li nava artêşê, polîs û îstîxbaratê bi kar anî û hinek jî li nava civakê belav kir. MÎT'ê dest bi kar kir ku endamên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên li Tirkiyeyê jinûve birêxistin bike û yên ku karibin tevlî şer bibin tespît bike. Di vê çarçoveyê de hin ji çeteyên ku bi rengekî nerêxistinî reviyane Tirkiyeyê li kampa tên komkirin û jinûve tên birêxistinkirin. Ev kar bêyî navê DAÎŞ'ê bê bikaranîn bi rengekî gelekî veşartî tê kirin.

ENDAMÊN DAÎŞ'Ê YÊN LI NAVA DEWLETÊ TÊN XEBITANDIN

Çend ji kesên ku di nava MÎT'ê de dixebitin û ji bo endam û emîrên DAÎŞ'ê derbasî Tirkiyeyê bikin hatine wezîfedarkirin:

Îsmaîl El Îdo: bi navê Ebû Abdullah tê naskirin. Ji Girê Spî ye (Til Ebyad). Ji eşîra El Ilêmat e. Di nava DAÎŞ'ê de berpirsyarê çekan bû. Piştre derbasî Tirkiyeyê bû û niha bi MÎT'ê re kar dike.

Abdulbasî El Îdo: Birayê Îsmaîl El Îdo ye. Di nava DAÎŞ'ê de şervan bû û li ser sînorê Tirkiyeyê wezîfe dikir. Penaber û endamên DAÎŞ'ê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dikir. Niha bi MÎT'ê re kar dike.

Musîab El Bedir El Marûf: Bi navê Ebû Teyîr tê naskirin. Ji Girê Spî, ji eşîra El Meşhûr e. Di nava DAÎŞ'ê de wezîfedarê ewlekariya sînor bû û di nava îstîxbaratê de cih digirt. Niha bi MÎT'ê re kar dike.

Sadûn El Aşiq: Birayê Lesûûd Aşiq e. Endamê DAÎŞ'ê Sadûn El Aşiq li Tiriyeyê bi MÎT'ê re kar dike.

Brahîm El Şoîa: Ji Girê Spî ye. Di nava îstîxbarata DAÎŞ'ê de cih digirt. Niha li Tirkiyeyê bi MÎT'ê re kar dike.

Brahîm Elzakir: Bi navê Ebû Mûhammed tê naskirin. Ji gundê Mehken ê Meyadîn ê Dêra Zorê ye. Piştî ku Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir, derbasî qadên Şehbayê bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û tevlî çeteyên dewleta Tirk bû. Niha hatiye wezîfedarkirin ku çete û emîrên DAÎŞ'ê yên xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê veşartine birevîne Tirkiyeyê.